Navenda Piştgirî û Alîkarî bi Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re (CSCUNES) piştî yekemîn Civîna Giştî ya Salane (KGM) di 28ê Cotmeha 2022an de sernavek nû qebûl kir; "Navenda Piştevaniyê bi Zanîngehên Alternatîf re (CSUA)". Her çend ev guhertin bi zehmetiyên îdarî yên ku em di sala borî de rastî wan dihatin jî têkildar bû, me xwest ku navekî ku di warê çalakiyên piştgirîya perwerdehiyê de ku em dikin bêyî ku behsa cîhek taybetî bikin, hilbijêrin. Di vê civînê de hin guhertin di qanûnê (tuzukê) de pêk anî, dest bi hilbijartina buroya nû ya navendê ku ji heft kesan pêk tê kir û projeyên ku dê di demek nêzîk de li ser malperê werin pêşkêşkirin eşkere kirin. Di danûstandinên pêşerojê de, ji kerema xwe csua.paris@gmail.com li şûna navnîşana kevn a ku sernavê berê yê komeleyê tîne bîra xwe bikar bînin.
1 Sermawez 2021
Em kêfxweş in ku roja 24’ê cotmeha 2021’an avakirina Navenda Piştgirî û Hevkarîyê Ligel Zanîngehên Bakûr û Rojhelatê Sûrîyê (CSCUNES) radigihînin. Ev navend ji alîyê meclîseke avaker va tê avakirin ku endamên vê meclîsê ji zanistên xwedî paşxane, dîsîplîn û welatên cuda cuda pêk tên. Ev navend li Fransa’yê, li bajarê Parîs’ê ava dibe û ji xwe ra piştgirîya zanîngehên Rojava û yên herêma Bakûr û Rojhelatê Sûrîyê (Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha El-Şerq) wekî armanc dibîne, da ku bernameyên perwerdehî û lêkolînê bipêşve bibe.
Ji destpêka şoresa Rojava ya ku di 2012’an da despêkir heya roja îro, akademîsyen û zanistên dunyayê pêşketinên li Rojava û li herêma Bakûr û Rojhelatê Sûrîyê bi kelecanî dişopînin. Di nava xerabî yên şer li Sûrîyê de, welatîyên herêmê gelek sazîyên akademîk û zanîngehên weka Zanîngeha Efrînê (niha di bin dagirkerîya Tirkîyê da ye), Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û herî dawî jî Zanîngeha El-Şerq ya li Reqqayê avakirin. Gelek akademîsyenên cîhanê piştgirîya xwe jibo van zanîngehan dîyarkirin û di navbera van zanîgehan û zanîngehên navneteweyî da gelek peymanên hevkarîyê hatine îmzekirin.
Wekî encama van hevkarîyan, di sala 2020’an da Enstîtûya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava hate avakirin. Van tecrubeyan nîşanda ku hevkarîya ligel akademîsyen û sazîyên akademîk, ji bo lêkolînên zanistî û pêşxistina bernameyên perwerdehîyê yên ji bo Enstîtuyê karine pêwîst in. Li ser van feyde û berjewendîyên akademîk, hewldanên bo hevkarîyeke xurttir ya ligel van zanîngeh û sazîyan derkete pêş. Navenda Piştgirî û Hevkarîyê Ligel Zanîngehên Bakûr û Rojhelatê Sûrîyê (CSCUNES)wekî bersiva vê pêdivîyê hate avakirin.
Armancên vê navenda koordînasyonê, ligel Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha El-Şerq ev in :
1. Dânasîn û pêşkêşkirina van zanîngehan bo akademîsyen, entelektuel, sazîyên lêkolînê û zanîngehên Fransa, Ewropa û cîhanê.
2. Jibo karên perwerdehî û lêkolînê di van zanîngehan da istîhdama lêkolîner û akademîsyenan.
3. Pêşxistina hevkarîya lêkolîn û perwerdehîyê ligel sazîyên akademîk ên li Fransa, Ewropa û cîhanê.
4. Asankirina bernameyên veguheztina xwendekaran û veguheztina zanistê ligel sazî û zanîngehên li Fransa, Ewropa û cîhanê.
5. Organîzasyona çalakîyên akademîk (wekî panel, semîner, axaftin, konfêrans û pêşangeh) bo veguhestina karûbarên zanistî.
6. Alîkarîya bingeh û platformên dîjîtal û teknîkî yên zanîngehan.
7. Alîkarî bo proje û karên werger û tercumanîya zanîngehan.
8. Alîkarîya bingehên perwerdehî û çavkanîyan jibo van zanîngehan (weke pirtûkên akademîk, abonetîya platformên akademîk, laptop û materyalên din ên perwerdehî û lêkolînê).
Malpera fermî ya navendê di merheleya avakirinêda ye, lêbelê di demên pêş da jibo agahîyên berfirehtir yên li ser karên me û ji bo ku hûn çawa bikaribin piştgirîyê bidin me, dikarin li ser malpera www.cscunes.com ê zêdetir agahîyan bibînin. Ger hebin pirsên we ji kerema xwe bo maila me cscunes@gmail.com binivîsin.
Lijneya Rêveberîyê
Copyright © 2023 CSUA Paris - All rights reserved.